Ricikan-Fm
  CİGERXUN
 
 
CİGERXUN

 

Mizgin

Mizgin li dil büye bihar gul peskivi derket ji xar
Bilbil bi gul re bü heval dil nü ji xwe büye siyar.
Gava me mizgin daye dil te de nemane derd ü kul,
Rabü ji xew hat pesi gul pecan li xwe car ü xumar.

Sed aferin bo vi dili eris bire deme guli
Carik li bejne herbili hatin sema bisk ü guhar.
Bisk u guhar hatin sema epri li ser zulfa nema
Dilber li ber min her we ma dinya li min bü dost ü yar.

Sed ah ji van caven di res bisken siyah demen di ges,
Wan gotinen sirin ü xwes serbet ji levan, min vexwar.
Serbet ji leven min miji hetta ko dil je bü teji,
Qet agire dil nakiji peti li dil dan, bü hewar.

Min dem ü gerdan gez kirin xalan bi talan min birin,
Destan memik talan kirin, macan ji her der be jimar.
Pesi bi remz ü nizana ceng bü bi kulm ü bazina,
Pase bi lav ü gazina wek Rustem ü esfendiyar.

Macek ji leven min sitand, derde li dil min pe revand,
Dest min girt ü nü hejand, go: sersera ey Sehsiwar.
Rabüme pexatir me xwast, qolan ü kember zü vebest,
Em herdu gerdenwar ü mest peta di dil de nabe sar.

Qehwa serin leven seker da min, li min dergeh vekir,
Derde dile min zedekir disa CIGERXWIN maye jar.
 

Jin U Hebun

Ez xum xuma aven ceman
Ez cerx u govend u sema
Qirim didim kat u leman
Jin im, hebun im, tev girin
Baye sibe ci xwes ez im,
Berfa sibate xwes ez im